«hatnî çiłkin bo bendenî keprî sêwe sûre û şałe begyan»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  615 Dîtin
ew çiłkine gurge bore late
řêgayî dekewte ew wełate
çiłkin ke le dîn ebowe dûre
řêy xistewe kêwî sêwe sûre
řojê degeřa le beynî berdan
lew benden û kêwe geyye cerdan
gutyan were mame pîrî çiłkin
ey řeşkełe řû dizêwî wirgin
bew gerdin û şane kuř û kome
to gełgire nan û koł bome
sek kewte dwayî ew çetane
deykird le şan û mil hemane
a ew deme ger çetane gařan
birdyanewe lew hewarî nebyan
her hemdemî cerde bû le kêwî
nekirayewe karî bed bebê wî