«basê lew çilkiney ke xezał nêwî hêna»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  454 Dîtin
ew çiłkine kêye to bizane
basî ewe min dekem beyane
kabratêkî řû dizêw diz bû
dem çirç û xuwar û dîde biz bû
bała gez û kosepayî pîşkan
pişkûř û çikołe wek mirîşkan
xo win kerî şîw wikêw û dołê
wek mar ke xoy dena le xołê
fêławî û ḧîz û tirsenokê
dexzawe le jêrî biřke nokê
her řoje le cêyek û mekanê
her tawe le qujbin û le lanê
gurgê bû le bo şit ew be bonê
řêwî bû le řawî kałe konê
dey bird ke derfetî bibaye
neybaye deřoyî ew bełaye
çon bendenî ew ecnide çiłkin
bû, boyî debû be nêw çiłkin
şwênê nebû xoyî lê bika gîr
ew bûyî kewan çek degeł tîr
peykanî be awî jare mare
xoy awî dedawe ew sehare
lawaz û kiz û peşêwu dij bû
çonatene bû feqîr koj bû