«destûrdanî las be mame řeş û řefîqekanî bo şeř»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  597 Dîtin
kujra ke be las, ałî aẍa
peř peř gułî ew debû le baẍa
çil dane miroyî kewte cerde
lew leşkirî bê seroke berda
wek şêr le pezgel û meřêda
diřyan be tîpî leşkerî da
bo qoşene çûn nemawe serdar
lew hane kirawe kuşt û kuşta
be hełmete mame řeş ke deybird
lew dujmine zore zorî qiř kird
leşker deşkaw řoyî wek dał
lew hobeye têpeřî berew mał