«paredanî las be şeyar bo wey pêy heła biłê û nêwî bênê»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
639 Dîtin
fermûy ke eto debê bigořî
şabaş be nêwî lase şořî
ew çaweşe kîse zêřî ger dî
ça bowe le xoşyan derdî
ney zanî şeyare ger çi base
deykirdewe ew be nêwî lase
gwêy girt ke nokerêkî ałî
lew şayere bû le las ḧałî
ço pêşewe tûře bû le çaweş
deygut çye ey şeyarî řû řeş?
to çaweşî ałî û şeyarî
bo dawetê toyî kird dyarî
bo nêwî le las dujminî wî
dênî be hewayî bûknî wî?
bo nanî ewî dexoy û dênî
nêwî le dizêk, dek nemênî