«geşbûnewey xezał û xo arastekirdinî bo şayî»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
607 Dîtin
bew basewe sûre guł jyawe
ser kułmeyî zerd bû, geşawe
ew sûre gułey ke bû be bê aw
bew řaze jyawe bowe têr aw
her ew deme çû le berdeşorî
deykird ḧemam û bû be ḧorî
ço dawet û ’alemî nenasî
bê tirs deço we destî lasî
dê zimbe le dayre û le dimbeg
dê ẍirme le go berok û kirmet
çaweş be hewayî nerme naye
ew xełkeyî xistibû sermaye
zořna ke neqey dedawe loẍan
hełgirtew û řewt bû le meydan
ger çûze be tûzeley dedaye
hełpeřkêy germ ekird le şaye
şayî degeřa her wekû aş
peyda bû le çaweşane şabaş
şabaş kirawe şayerî bend
ałî le demî řijawe wek qend
her pareyî wewe şeyare dedra
lew ałye nêwî çake debra