«manewey las ta payîzê le małî xezałê»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
727 Dîtin
ta payîz lew wełate mawe
ew lase le ẍem diłî ḧesawe
rojê le şikar û řawda bû
bo xanme şew le dawda bû
şewbuyî ke dengî laye laye
pêy wabû le nêw beheşt daye
agayî nemabû ew le mułkî
kuwa buyî le barî mułke kełkî?
kirbûbî zemnî û mułk û małî
pêşkêş be bejnekey xezałî
çun řûmetî wek şemî hewes bû
ew ba lecyatî mułk, bes bû