«hatnî biraym û xidir kuřanî mela nebî û mela dawud bo şeř»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  454 Dîtin
xidir û bile ew demey dehatin
leşkir deşka û hełdehatin
pêşeng ke budaẍ bû nemabû
hoşî le supayî xo biřabû
hey lew kese xo le fîtne derka
ya xoł be herdû des weser ka
kuř neybû le babî xoyî aga
her babe lewî dekird ḧaşa
ger tirs le bînî xełkida bê
kes yaru biraw xizim nabê
parsengî gelanî ew zemane
tenganeye çawekem bizane
ta ew neyye nan xor zorin
bew řoje dezandirê çi corin
tałan ke becê dema geřawe
bo hobe be destî şoře lawe