«hatnî ’aşiqekan be leşkirêkî zorewe dway ew tegbîre»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
642 Dîtin
paş ew wituwêje her be ẍare
ko bowe swar yek hezare
dedrawe le tûzewle û le şeypûr
wek bayî deřoyî espî ẍullur
espê ke debû cwan û serkêş
bo ẍar le řêgeda deço pêş
řoyştin ewane bê xeber bûn
lew sûř û geřanî çerxî gerdûn
ew laseyî tirsyan ke lêy bû
bo xoyî û be mame řeş lewê bû
ger hatin û geyne pêş hewaran
desyan dekirde pirsyaran
fermûyî bewane kabraye
ke şwane ewa le hobedaye
dîlî wîye mame řeş terîde
ferman bere bo wî her be dîde
awayî ke da xeber be leşkir
řûyan nedekirde mał û çadir
lew cêye le tirsî las qoşen
bo ew şeře xawe bowe wek ben
desyan le xezał û hobe berda
bo hobe nehatin ew le serda
ew care le kêw be nenden û yał
herçî ke be wêwe bû le ajał
wek mêgele bizin û gawu gařan
wek kawiř û wek meř û şek û řan
hełyan degirt û bo dwawe
ew leşkire her lewê geřawe