«hatnî kone ’aşiqekan be leşkirewe bo ser hobey xezałê û bê xeber bûnyan le bûnî las»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  461 Dîtin
saqî were kořê ’aşiqane
nałîn û pejarew bo ewane
to des dewe ew pyałe zêře
řawêje de zû be mey bigêře
serxoş eger bikey ewane
degirin be mela nebî behane
dên takû etik biken be lasî
deygirnewe ka nebî be kasî
ew dên û xezałe řadekêşin
çun lew kiçe dił piř û be êşin
bew leşkerî zorew supawe
webzane mela nebî şikawe
gwê bigre le pîrî baw zane
ew baseyî wa deka beyane
ser kirdeyî sûrçî û zurarî
nêw birdeyî xakî kurdewarî
ger nawî ewane to depirsî
yek eḧmede yek memendî weysî
yekyan ’ezîze yek budaẍe
diłyan ke be daxî ’îşqe daẍe
ko bûnewe pîrî nalebare
kirdyanewe bo şeř ew çware
gutyan ke şuwane kurde late
řoyştuwe dûre lew wełate
xinkawe nemawe ew şwênî
řûxa le gewrgida kulênî
kê mawe ke şeř bika degełman?
bo ême bika řeçaw be ziman
ger waye ewende ême ser şoř
bo bîn û deba be leşkirî zor
řû keynewe hobekey xezałê
ta biştewe nêw qefes le małê
bigrînewe şeşderî hewarî
wek terze le guşew kenarî
hawar û hera û tobe tobe
berdeyne jinan û kîjî hobe
tałan ke kirawe ew heware
degrînewe kiç ewey lebare
hawřêy ewane ca xezałê
degrîn û kezî le des dehałê
dey keyne swarî ker be sûkî
awayî debeyne der be bûkî
deybeynewe bo serayî xoman
dey deynewe des geřał û doman
ke kirayewe ew heware dagîr
lew xake debê nebî nebê gîr
ba bête be meyter ew le dêyan
bo xełk gesk bida le cêyan