«çûnî mame řeş bo şeřî lasî»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  450 Dîtin
ew ser pele wa řiqî hełsita
řoyştewe xwar û řanewesta
řûy kird le las ew be qełsî
ço pêş û le nêwekey depirsî
to kêyu wełatî to kwêye?
małit le heware ya le dêye?
hewłê ke dedem le dûy nêwî
bê nêw heta nebî le kêwî
bê bełge ewey le kej bikujrê
kwa nêwî le beynî xełk debrê?