«mil badanî çetekan le çûn bo şeřî las»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
588 Dîtin
ew cerde neçûne der be zorî
bo şoře swarî girdeborî
tirsyan ke hebû le las cerdan
xoyan dexsite qełşe berdan
gutyan be serok ew çetane
naçînewe bo ser ew cwane
bo ême be şêrî diř dewêrîn?
lew şêreye xo debê weşêrîn
azayî me ew řefîqemane
bew derdeyî bird lew kejane
norey tuwe heste ser terîde
hêrş bere pence her lewî de
bîkujewe şařegî derêne
deykeynewe be çak lew şwêne