«bangî xanzadê le lasî be bend»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  454 Dîtin
ew xanme řûyî na le bawan
bew coreyî hełdeda le tawan
ey lase miroyî dił perêşan
bo xot û be espe sûrî keḧlan
hatûyî le bendenan û řijdan
ta biçyewe çil piley terîdan
mirduyî le tawî laberişkan
sûtawî û her dedey pirîşkan
mamî řeşe ger eto bibînî
wek bewre deto deka birînî
lew kêwe be řiq bikey ke moře
bo toyî her ew deka be goře
nagey ke eto gułane biçnî
des beste ewey bizane leknî
detka be fîdayî xencerî tîj
to xo meke çare řeş le ser kîj
des hełgire lawe lew xezałe
çun naḧez û řû dizêw û tałe
to la bide le kutanî gazrî bû
bew hey’ete ew cilî şiřî bû
dem dî ke keçî mela le ser aw
hên naḧezim ew dehate berçaw
demgut ke qerewaşe ya ne dome
ew şînkeyî serxiřa û çome
cadûgere ew çetîwî ser şîn
lêy la bide ey peşêwî ẍemgîn
to dîde le řû û muyî min ke
lew kîjeye xoweşîre win ke
ba ême le bo ḧerîr û batas
bigrînewe řê be ẍar ey las
lew xake emin be to dekem şû
zû dabeze çun direnge, fermû