«tûşbûnî las be xêwetî xanzadî ḧerîrî lew serî řustî»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
623 Dîtin
ew lase tûře ger beřê bû
lew řêgewe řû le xêwetê bû
neyzanî ke kêye xêwetî xoy
hełdawe elew zemîndeda boy
fermûy kewe çołe êre bo nan
lew xêwete ba bibim be mêhman
pişwê ke bidem elêre tawê
nanêkî dexom û dow awê
xanzade ke diłberî denasî
lew xêwete hate der le lasî
deygirtewe řêge bew cwane
kakołî dirabû ew le şane