«ladanî las lew lawe û çawkewtinî be pîre pyawêk ke gacûtî be barewe deqořê mabû»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  649 Dîtin
ew řoyî hetakû geyye yek pîr
gayêkî le nêw quřa bibû gîr
deykirdewe wa le las qawe
ew gaye ewa le quř çeqawe
kumeg bike ba derî bihênim
a hênde le layî da nemênim
her ewe deme las xoyî kird gişt
soranî dexsite ser mil û pişt
destî ke geyşte gaw barî
wek pence bida le şûłe darî
ew gaye zelame û girane
hełgirt û le wîşke royî dana
ca pîre xenî debû le şayî
wek toz lewê dekewte payî
deygut ke firîşte bûy eto bom
ta deçmewe goř nokerî tom
fermû be min ew şitey ke dekirê
ew pîre be karî towe demrê
her çende ke bo we naşnasim
karit ke be min heye, heyasim
peyda bû ke pîrî aşna boy
ew lase degeyye awetî xoy