«las de diłda kutî wa başe lew çepkegułe bew laweda bo xezałê binêrmewe»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  465 Dîtin
deykirdewe bîr ew gułane
bo yarî bidate bew cwane
fermûyewe bew cwanî pêşeng
ew lasî be ẍem peşêw û diłteng
çun zîrek û ’aqił û ciḧêłî
to dûre perêzî mekir û fêłî
sewdayî ewînî dił dezanî
pêm waye le kořî ’aşiqanî
ger hemdemî taqmey ewanî
to meḧzî şeřafetî cwanî
ew çepke gułane dey be qurban
bo min bere bo çirayî nebyan
bîstî ke cuwane ew mebeste
lêy tûře debowe ew be deste
goçanî ḧewałe kird le bo las
piştî deçemawe her wekû das
deygut ke hetîwe wa dezanî
ew şoxe etoyî ger şwanî
wek fote ḧemame bo cwanan
ya xo gułe bo desî şwanan
be zerbete ger çî bû be bê ḧał
neygut be cwane yek witey kał
bo xatrî ew xezałe şoře
neykirdewe lew cwane moře