«dełên qise dît û qise debřê wa başe êmeş lêreda basê le xezał û estî bikeyn»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
661 Dîtin
basêkî heta le to negořê
lew estîye ba bibê le gořê
ew ḧorîye bo xezałe kiç mam
dû kakłî yek deng le badam
bebrayî xezałe şoře dedra
ew le bileyî mamî mare dekira
estî ke xidir birayî wî bû
ew şûyî kiçî mela nebî bû
her edeme ger le bêşkeda bûn
ewhane be jin be jin dirabûn
ew kare be naḧezî kirabû
dwa řojî ewane boye wabû
ger bûnewe gewre ew kiçane
řazî nedebûn be dwane
her manewe ta ebew zemane
ger hatne seyrî ’aşiqane