«hatnî xełkî hobe û xezał û estî bo seyrî ’aşiqan»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  487 Dîtin
ew hobe le seyrî ’aşiqan bû
řojî des û baskî ewan bû
dekirayewe ew demey dyarî
bo ’aşiqî dił peşêw yarî
wêstabû sefî jin û kiç û kuř
ew deşte le wane her bibu piř
estî ke hemîşe bo xezałê
hemdem bû deçûne der le małê
bo dîtnî sêł û ’aşiqane
besyanewe lenger ew dwane