«çûne defkir û perêşanbûnî xezałê»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  638 Dîtin
ger yayî xezał ew qisey bîst
xem boyî zyad ebû sedey bîst
deykirdewe sed şik û gumane
lew kurde ẍerîbe ger şwane
aya çi kesêke ew elêre?
tegbendî ewende piř le zêře
naka ewe las bê ke berxel
her řojeye řadeka le ser kel
hew bê le xecałeta biłêm çî?
kemtir buwe řêzî wî le çerçî
ew xane ke dewłemend û têre
bê nokerekey degate êre
ger şêrî çyayî bałekane
bo lew kejî êmeda şwane?
dey dayewe ew le las tawan
tawanî dexsite ser le tawan
ger ew hewe, boç deng naka?
ger kurdeye bo ewende çake?