«çawkewtinî qerewaşêk bew lîrane»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  486 Dîtin
lew çêye kiçêkî kareker bû
her lîreyî hênde dîy derendû
çû jûrê le xanmî gewrke
çun ew qerewaş bû be sirke
deygut be xezał ew cwane
gwê řagre ey perî bizane
xanêke şuwane xo le cêda
tegbend bewe, bo tełayî têda?
kirdûye gurîs ew pisawe
bew kołewe lîre hełřijawe