seretayek bo nasînî mełbendî hozî xezałê
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
2 Xulek
669 Dîtin
ew pîre be beyt û baw û zana
awayî le zar duř wederna
deygut ke emin le pîrî nêw xon
bîstûme kewa leser demî kon
cêgayî le kurdistanî êranCih
bû mołge le bo gelî gewrekan
ba pêw biłêm ew dem ew geley kurd
lew xakeye çon demawe hełurd?
hozî le řeçew řegey demadî
kewtûnete xakî wê be şadî
ew hoze gewrkî boye bû nêw
çun her wekû gurg bû le bo kêw
her ew deme nêw û şoretî hoz
denrawe le xalî ew geley qoz
ew mułkeyî piř le pîte ewcar
wa dewr dirawe ew be şeş şar
serdeştCihe û sabłaẍCih û xaneCih
bokanCih û seqizCih, weşarî baneCih
ew xakeye sê yekî nizare
piř dare hemûyî lêřeware
xêr û berî ew nizare zore
serpakî deçnidirê be nore
hendêkî kej û çyayî berzin
be gya û gij û be xun û hełzin
têdaye gułałe û gezîze
mendê û kema û şilke bîza
hendê le zemînî cêge dane
nermane ne wek çiř û telane
dekirêtewe ew be kişt û kałe
nan awerî çake ew meḧałe
xełkê ke le nêw gewirk daye
bo yektirî her wekû biraye
mîhman newazin û misułman
şafî’îye mezhebî hemûyan
meřdare ke taqmê lewane
cê mołî ewane kwêstane
baraneyî serdemî beharî
katî ke weşanewe û nebarî
ew deste deçin le bo hewarî
diłşadin û hełdeden dewarî
ca debne şwanî mał û ajał
bo benden û bo çya û bo yał
ta payîze ew lewê debin gîr
bo koşk û penîre bo kere û şîr
çun behreyî wane zor başe
lew řêyew ew deken me’aşe
hendêkî leser zewî dezniwêr
sergermî zewîn û bûne werzêr
deykêłnewe deşt û dołî nerman
ew deste heyane genim û xerman