daway şa’îr le saqî bo řêkewtin berew mełbendî xezałê
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
2 Xulek
597 Dîtin
saqî were kořî mey peristan
mey bêne be kûpełe û be destan
ew awe emin egir kidim bas
nek awî kewa serim deka kas
waçake le deştekanî germên
řûkeyne kej û çyayî bijwên
najîn le ber ew hewayî germe
wabaşe ke řû bikeyne serma
kêwê ke be befre dûre řêye
dił meylî le ’îşqida lewêye
ta çende le xakî bałeka bîn?
bo řêge biřîne ba bira bîn
meygêře ’ezîzekem bizane
ew řêye be pêçe ta tełane?
ew menziłe çun dirêj û dûre
hêzî ke biřî le to bibure
mey noş dekeyn û řêge debřîn
areq le dem û le řuyî desrên
xusrew leweda be cê dehêłîn
ew care deçîne mułkî şîrîn
degrînewe her peřey byaban
wek baz heta degeyne êranCih
řû ême dekeyne şałe begyan
bo małî xezałî şořî nebyan
lew małe be keyf û şadî û xoş
dekirdî kewe mey bikey eto noş
ca hełgire ew demey pyałe
bîgêře le xizmet ew xezałe
sergerm ke dił debê be yadî
wek ẍunçe depşikiwê be şadî
dedwêm be şî’ir lew cwane
derfet ke be min bida zemane