şêr webîrhatnewey eḧmed’aẍa

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  534 Dîtin
řojêkî deçowe seyrî baẍî
dexulawe le dewre û qeraẍî
le kate ke xoş ebû demaẍî
deykirdewe yadî şêrî yaẍî
bo dê degeřawe ew nebû gîr
fermûy be şêx, xawenî bîr
min hatme êre bo şeřî şêr
nek bo ’ereq û hewayî bilwêr
ger cumgeyî dîwe to nebestî
behrey çye kake mey peristî?
ḧîz ew deme ger le bade meste
serşoř û kiz û ew hemîşe peste
çen ḧesrete mey biden be ḧîzan
bew newsinî dewre der le dîzan
bixiwa ke we ḧîze mey le meydan
bîkatewe werhem û be sindan
dek noşî gyanî ew nebê mey
le gyayî şeř deka ke bogey
zorxor le şeř bizane dûre
senger girî jûre ew belûre
durim le geřokî ḧîz û newsin
lew hey ke jinanî û be tewsin
bo pîşe deřom û des be şimşêr
ta pence nerim bikem degeł şêr
komek kebka be ême yezdan
wek keł debiřim serî le meydan
yek bêt û le dûre ba nîşanim
da, cêgeyê şêre ta bizanim
le xudayî dewîst şêxe ger xan
bo şêre biçête şeř le meydan
ger eḧmedî şêre kuştibaye
debřayewe ew hera heraye
kê bû ke biłê be kê bizane
çî kirduwe şêxe lew cwane
lawêkî wehayî bo dekird saz
zana be hemû nişêw û hewraz
lew kêw û kejane şareza bû
wek baz le her çiřuçya bû