hatnî eḧmed’aẍa bew namewe

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  582 Dîtin
ew nameye ger degeyye xanî
hesta be hewayî pałewanî
neykird demare şêrî sermest
bo şeřkeresey hemû le xo best
bê nokere tîjtir le seř seř
řoyî be heway kirdinî şeř
deygut neçim ew dełê ke ḧîze
bê ẍîrete ya ne zor be fîze
bew bîrewe xo deřoyî serdar
ta geyye qełayî pîre řeşmar
ew şêxe be baweşa werîgirt
espî le teła û gewherî girt
ger çûnewe jûrî bałexane
deykirdewe duř weşan xane
nakokî le nêw ewane laçû
dił hêşî û ’aczî nema bû
çen řoje be mey debowe serxoş
dekirawe ẍem ew demey feramoş
bo şêxî ’ereb hebû le deştî
baẍêkî cwanî wek beheştî
ew baẍeye piř le sunbuł û guł
dey şiştewe derd û ẍem le nêw dił
eḧmed ke le baẍ řayî debward
lew çîmene mey be řoj dexward