sêregirtinî eḧmed’aẍa lew jine û nasînewey beybûnî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 3 Xulek  534 Dîtin
ger lew jine wird debowe mecnûn
dîy kułme û lêwî sûre beybûn
řwanî ke le řûyî nahumêdî
lew dołe ewey ke neydedî dî
çawî ke be guł kewt leser zîn
cestey bedenî dekewte lerzîn
meḧbûbeyî ger dedî be çawan
tasa ’ebesawe her le tawan
êsta gułî çende sałe win bûy
wêstawe leber dem û des û řûy
bew dîtne taze bowe jînî
bînrawe dewayî bo birînî
ferhad ke şad ebû be şîrîn
deyřişt le xoşya esrîn
deygirt ke le piř henasebřike
tendûrî ẍemanî řo demirka
bew ḧałete perte neydezanî
çî bêjê be yarî nocwanî?
cêy coyî bû ger bibaye bê hoş
dinyayî bikirdiba feramoş
herkes ke le batî eḧmedî ba
lew cêgeye diłberî bidîba
lew kate be çende dił peşêwî
wek şêt, milî dena le kêwî
dû yar eger le yek cuda bûn
herdû be bełayî mubtela bûn
çen xoşe le paşî bê miradî
ewhane be yek bigen be şadî
amêze le yek biden be germî
naz û gile ew biken be nermî
bê kirpe le maçî řûmetî sûr
bê çirpe le xişił û zêř û bermûr
bixşê ke le paw û pûze xirxał
bixzê leser û milane desmał
her zerdeyî lêw û çaw biřke
řaz û qisekirdinî be sirke
bê haře le kirmekan û qirme
her bazne des bika be xirme
koř bêt û wehayî lê řebada
bada le leşî ḧerîrî sade
bigrêtewe lerze yek le tawan
bigrêtewe bo xeta û tawan
yekyan bipşikiwê wekû guł
bîkate dewayî zamî serdił
bikuşêtewe ew henarî turte
ewyan biłê to nekey, be sirte
ew lêwî be naze lê biqurçê
em wî bikewî le piř nequrçê
wek mamze kiç ew kuřey kiz
kiç çawî beřq le kuř bika biz
le dwaye be ehwenî û be nermî
bidwê degeł ew kiçey be germî
bigrî serî perçemî le esto
bîxatewe mêzu û baweşî xo
diłdarye zor û diłnewazî
pařanewe yarî bêke řazî
sedcar fîdayî perçemî bê
meylî le çeney xiř û demî bê
des da le ser û biro û çawî
dahênê be şane mûyî xawî
bo yarî bwêjê her witey xoş
ta qełsîye ew deka feramoş
ew care ke kuř be gałte û gem
nêzîk le řûmetî weka dem
lêwî wekû ẍunçe wêk bênî
takû be didan neydiřênî
maçêkî wehayî lê bisênî
cê maçî wederkewê şwênî
sûrbêtewe kułme her wekû sêw
řûşaw wiřuna bê be dem lêw
le dwaye be naz û ẍemze diłdar
laden le qumar û bezme ewcar
lawlaw û çinar bin le bo yek
dû ’aşiqî yar bin le bo yek
her ew deme deł biken newarî
bo qam û hewayî kurdewarî
gwê bigirne lew hewayî zîzî
wek soybe binûn û nek be zîzî
lew bende ke ẍemřewênî xełkin
zîrekKes û mamlêKes be kełkin
sergerm be şadî û be gem bin
perwaneyî bê hera û şem bin