laçûnî şew û hatnî řoj

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  717 Dîtin
katêkî ke karwanî zengî
debřa le zemîn dengî zengî
sułtanî felek be tasî zêřîn
ew herdeyî kird be nûr řengîn
řeng řêjî ser ew çyayî çînî
dûbare dehate ser zemînî
mûy nawe le hegbe û xurî řist
řuxsarî hemû şitî wederxist
laçû le zemîn ger syayî
deydawe le xełk řewşenayî
şêxałe û tîşkî ew hetawe
lew kêwe le eḧmedî dedawe
tîşkî ke lewê çeqî le pesta
ew lew xewe řapeřî hełsita
deygirtewe espenazenînî
lêy tund dekird tenge zînî
ke swarî debû dekewte řawî
tînû bû gelê geřa le awî
bo aw le kêw û kej weser kewt
deştêkî berînî lê wederkewt
lew goře ke xoş û diłguşa bû
sed tawłî gewre hełdiřabû
her ew deme řuyî kirde xêłî
bew espeyî beḧrî û keḧêłî
nêzîke le hube û nedîwê
serçawe dehate der le şîwê
ew çaweyî ger dedî be řûnî
řûy kird le çawe lawî tûnî
dû dane jinî dedî le serwê
şîw û kułî ew dwane be cwê
ço pêşewe lêy kirdin siławe
le wiłamî siław yek dwawe
dengî le gwêy aşna bû
bo derdî dił ew witey dewa bû