cwanû dîtnî maynî eḧmed’aẍa

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  523 Dîtin
mayîn ke le espesûrî pêşû
bû, awseza be yek cwanû
espî wekû espe sûre řengî
her ew, be pel û sim û bedengî
wek babî be dîmen ew hetîwe
detkut le tifengî derpeřîwe
canûyî le espe sûre ger dî
laçû le emîr, řeng zerdî
ew mîre bew espe û be bûnî
neymawe nexoşî û zebûnî
çabûnewe û xore û birînî
sersewz debuwe darî jînî
sûr hełdegeřawe řuyî zerdî
deyda serî negbetî le berdî
asûde le ẍem kebû xeyałî
şadî mijî matemî demałî
lew řojewe espe giçkełey sił
perwerde dekird her wekû guł
te’lîmî dedawe wirde wirde
ta bowe be espî nêw û birde
werzî ke degeyye çar sałî
heybû le cyatî laq, bałî
herbas le şikił û şewketî bû
ew wêneyî řexşe, şoretî bû
neybû ke humêd ew be jînî
bew espeye her nemawe şînî
ke swarî debowe her be qozî
tarîfî dekewte xêł û hozî
bo wî be hemû dem û be zarî
du’a dekira le çaw û zarî
wek řostem û řexşe xoy û espî
řimbazî û çûne kêwe kespî
řoj û şewe her nebû qerarî
dexulayewe wek melî nizarî
řêgayî de sext û nalebare
deykird be nałe esp, pare
kwêstan û çiro û kej û telane
ew boyî deřoyî řostemane