agadarî mîrçiraẍ le ḧałî zarî eḧmed û birdinî ew bo gundî wendî
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
843 Dîtin
ew lawe ke tał ebû jyanî
mamî be hewałekey dezanî
takû nexwa xemê le boyan
ewyan debirde gundî xoyan
mecnûnî be bîrubaweř û řûn
dey dî ke lewende řûyî beybûn
çil hêndeyî dîke mubtela bû
lew xake be ’îşq aşna bû
gîrawe diłî be mûyî zułfî
besrawe milî be daw û qiłfî
gîrode debû be mûyî perçem
sûta be giř û biłêse wek şem
perwane û şem debûn ke cûte
şabałî be awrî desûta
wîstî kewe bûkî wende bênê
lew dêye desî le mil werênê
bew ḧałe le gundî wendî mawe
bałayî lebin ẍema çemawe