mał’awayî eḧmed aẍa le şa

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  614 Dîtin
kak eḧmedî lawî kurdewarî
katê ke dekewte řê qetarî
ew gence şitumekî depoşî
çu xizmetî padşa be xoşî
deykird le pêşewa siławe
bêdeng be pêwe ew demawe
ta şa degełî dwa be nermî
pirsî le hewałekey be germî
le dwaye ḧemaył û nîşane
deydayewe şa ebew cwane
fermûy kewe babî to nemênî
danîşe le cêge û şwênî
ew base kewa debû tewawe
kirdî le seroke, mał awa
derkewt le baregayî řengîn
hełnîşt wekû heło leser zîn
her lawe le esp bû sware
dejwawe tewawî wek kolare
xunkare le pêşî karwanî
da řoyî de geł swarekanî
bo bałeke řoyî ew be sazî
berbûnewe řaw û teqłebazî
zuřna û dehoł û dengî şeypûr
awazeyî seqir û qûş û peřkûr
ḧîlandinî esp û teq teqî nał
le çya û le şîw û bask û yał
gwêçkey felekî zewî dekird keř
deykirdewe şêrî diř keř û leř
bew cûre deřoyn ew be şadî
debřawe be espe, kêw û wadî
her cêye ke lêy debûne mîhman
çî bû le qumar û bezme, dekiran
řoj řawe debû be karî wane
mey bû dexurawe ger şewane
ew bazî sipî le piř ke defřî
bo řawe serî deda le hewrî
ser řawî degirt ew be yek hew
deyxist leser çya řewey kew
çun bazî şikare germe řawe
le qurînge qiřane řûyî dawe
şahîn ke be řiq dekewte ser sî
deykuşt be hełmetî le sî sî
tajî le biłind û řijd û bask
kerwêşkî dexsite jêrî bask
ask ke wehatba be giştî
çincuřkî dedawe her le piştî
lew řêye be şîr ya be tîran
ga kêwî û meř, be pol egîran
kewtin meř û ga leser diřałan
bo xertel û bo heło û dałan
awa le çya û kej deřoyîn
biřyanewe deşt û çîmenî şîn
ta geyne sinûrî naw pirdan
bêbeş le ẍem û beła û derdan