xizir eger çawî ḧeyatî biřye awî ḧeyat

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2747 Dîtin
xizir eger çawî ḧeyatî biřye awî ḧeyat
min le xakî derî cananeme her çawî ḧeyat
mirdinêkî le ber ew qapyeda merdane
be xuda çatre emřo le gilarawî ḧeyat
tenke twêjêkî kişawe be řuwa qulzumî mewt
wek ḧebabê be hewa bende nira nawî ḧeyat
eger azadegîyek bê le ’edemda boman,
çî heye ẍeyrî be pêçî pelepel dawî ḧeyat
dem le dem nanî řeqîbanî çi bê mirwetîye
têkełî awî debaxane deka awî ḧeyat
bew hemû tałyewe şerbetî merg, ehlî ḧeya
xoş gewaratre boy êste le şekirawî ḧeyat
îznî çûne çemenî wesłî sipêra be řeqîb
meḧuyaNasnava edebî bimre ke mirdin buwe mîrawî ḧeyat