hîlal û mîsal

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 3 Xulek  881 Dîtin
hîlal ke katit bo ḧîsab eka
cigerî madît bo kebab eka
be pêy tiqabil řoj be cuz’î mang
ta çwarde nûrî zyad eka şeş dang
dûbare «miḧaqErebî» e ze’fî pê dênê
le sîda nûrî gişt lê esênê
emîş ḧîsabî mang û sał eka
le jengî xeyał dił bêxał eka
wek hêzê «ticfîfErebî» be řoj dirawe
mangîş be «tirtîbErebî» «tuzîfErebî» kirawe
«ḧucة alaslamErebî» şêxî ẍezalî
řeḧmet le xoy û ehil û ’eyalî
ke serpak ehlî fenî felsefe
be ’îlim û fezlî ew «mu’tirîfErebî»e
fermûye: ew gişt estêre berze
her yek wan leser şikłî em erze
be’zêkî biçûk be’zêkî gewreye
le řengîşyana tefawit heye
eme lew nizîk ya ew lem dûre
«aqtizayErebî» ḧîkmet bewe zerûre
ca her kes temî «aẍwayErebî» şeytanî
danegrê nûrî çiray îmanî
ezanê ke em nezme ẍerîbe
bînay em qesre abem tertîbe
çon le xoyewe wa peyda ebê
’aqił le qisey wa şeyda ebê
lew şête pirse ke wa le herda
xakî bêhoşî eka be serda
biłê ew bîna kewa dyare
bê des lêdanî westa û mî’mare
we ya le berma em parçe kewa
bê westa tenra bê xeyat dirwa
bizane çilon şan ka beçêwa
xirabtir le xoy bitka be kêwa
giskî em bîre bo şexsî ’aqił
xewş û xałî ẍeş emałê le dił
ewe ş be «madîErebî» û «alḧadErebî» mewsûfe
be çaw ewewe şêt feylesûfe
me’lûme lelay gişt ehlî ’îrfan
kewn qesrêke zor dirêje û pan
seqfî asman cwan û řazawe
mang û řojî pya hełwasrawe
be estêrey geş zînet dirawe
her yek çend îşî pê sipêrrawe
zemîne feřşî em qesre gewre
be nî’metî zor dirawe dewre
hewr û ře’d û berq le bo aw řişên
sirwey şemałîş panke û baweşên
firîştey xuday ehlî em bîna
çi le asman çi le zemîna
«tisirfErebî» eken le xwar û le jûr
em firîştane be gwêrey destûr
xawenî małîş ḧeq te’alaye
agay le ehlî pest û bałaye
lay be’zê fehmî eme girane
çun fikirî gêjî çerxî jyane
mîsalî eme wek małêkî ’al
piř le esas û tifaq û ’eyal
lew małeda bê dû şare mêrû
tesadif biken be yektirî dû
le ewza’î yek bikewne pirsîn
eḧwałtan çone têrin ya birsîn
be ẍeyrî wez’î jyanî xoyan
mewzû’êkî tir nabîsî lêyan
îtir nazanin ke eme małe
piř le esas û ehil û minałe
bê ’îlim û xeber le wezi’ û eḧwał
ne mał enasin ne saḧêbî mał
êmeş her ewne leme ezanîn
dyare wek mêrû beste zubanîn
emma çun mêrû ya baqî ḧeywan
dûrbînî ’eqił nedrawe pêyan
kes nîsbet bewan naka tesewur
qabil bin lebo bîr û tefekkir
bełam xo ême wekû ewan nîn
le kewna eger tûy bîr biçênîn
le mezre’ey bîr heł egrîn xerman
deẍłî ’îbret û birincî ’îrfan
xuda be çake kesêk wesif eka
ke bîr le sema û zewî «sirfErebî» eka
biłê asman her ewe nîye
biłêy ebînim şînî û panîye
çonîş ew gişt şînî û panîye
ebînê û layeq medḧî xwa nîye
«micmilaErebî» bîrê le xelqî e’zat
bike be sermeşq bo erz û semat