nefsî załim
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
2 Xulek
1030 Dîtin
ax le destî zułmî nefis û ew cîhaney ḧîleger
ey seła le minî ẍerîb û małwêran û quř be ser
’umrêkim řabird be pûçî ẍefłetim lê bû siper
qet de ḧałî xo nefkirîm çîm lebo nef’e û zerer
nameyî e’malî xom piř kird le ’usyan û le şeř
dayk û babim mird û dîtim çun de qebrî teng û tar
dost û eḧbabim hemû kirdyan le dunya koç û bar
min le naw xizim û řefîqan mamewe bê dost û yar
muznîb û zar û zelîl û řûsyah û şerimsar
muntezîr mawim emîş daxo dekem kengê sefer
takû mawî ey birader dił be dunya xoş meke
herçî nefsî to biłê bo to zyane goş meke
’eqłêkî bîne weberxo, hênde xot bêhoş meke
badeyî ’îşqî cîhan ger şerbetîş bê noş meke
axrî zehre peşîman debyewe ey bê xeber
her lewê řojey kemin xułqam lewê dunyayî dûn
dayîmen her dił be ẍem bûm, nemdî qet řojêkî řûn
çunke dûnya her ẍeme axir hebûn û ya nebûn
ger diłit şad ka de ewweł, axrîş detka zebûn
tê bifkire ew cîhane bo kesê qet çûyte ser?
şew heta řojê binałe her le dergahî xuda
bełke îmanit neka lê wextî řuḧkêşan cuda
her de qebrî teng û tarîk ruḧmî xotit pê biba
ger be lutfî ḧeq «emînNasnava edebî» asan cwabî xo deda
ta qyamet her deka şukirî ’etayî dadger