diłî ẍafił

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  937 Dîtin
ey diłî nahoşyar û ẍafił û mest û ẍurûr
ey le ’usyanê qerîb û wey le îḧsanê be dûr
fikirekî nakey le ḧałî xufteganî nêw qibûr
menziłî wa piř le xof û meskenî wa teng û qûr
xak be ser her xot be xêw ke bo te’amî mar û mûr
wa be ’înwanî û tekebbur bo le ser xakê deřoy
esłî to axir le xake debyewe xak esłî xoy
pêm weye bîlla le dunya bê şi’urêk bî etoy
boçî nakey se’yê axîr ta be dû řûy řeş neřoy
bełkû ruḧmêkî bika pêt xalqî ḧeyî ẍefûr
şew heta řojê to załim her le xwabî ẍefłetî
řojê ta şew der peyî lezzatî nefis û şehwetî
wek şeřabxoran be dayîm mest û gêj û ’îşretî
ba wicûdî weş le dunya her be daẍ û ḧesretî
qet tewaw nabê meramit ey teme’karî ẍeyûr
’umrî wa fanî dezanî î’tibarî bo nîye
řojî mergî to, peyamî řojgarî fanîye
her wekû gwêt lê debê ewřo fiłan kes mirdîye
to ke wa axir dezanî şadumanît bo çîye
her bigryê, her binałe her bisûtê wek tenûr
xak be ser ’eqłî nefamit ey emînNasnava edebîy małxirab
bew hemû barî gunahan, dûr le ef’alî sewab
nagrî bîllahî tab û taqetî řojêk ’ezab
lew byabanî qyamet, řojî mîzan û ḧîsab
ca zubanit çon negîrê wextê dethênne ḧizûr