bo safî «kakî êranî»

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  854 Dîtin
safî be fîday xakî derî rehguzerit bim
qurbanî qed û qamet û lefzî şekerit bim
ḧeyranî kelamat û ẍezelyatî teřit bim
şeydayî keřamatî serî’ul’eserit bim
perwaneyî can dadeyî şem’î nezerit bim
perwaneme emma le çiray řûyî to dûrim
wek bulbulî meḧřûm le řûyî gułî sûrim
sed şukir be efkar hemêşe le ḧizûrim
naçar be em ḧałeşewe şad û sebûrim
derwêş û qelender, be teme’ sîm û zerit bim
min sa’îlî dergahim û muḧtacî beratim
muştaqî du’ayekim le bo rahî necatim
bew lutif û sefay dił were to bimke xełatim
fewtawe de ’usyanê hemû ’umrî ḧeyatim
xakim weserî kengê debê xakî derit bim
yařeb key debê carêkî min bême xeyałit
ya înkê bibînim be nezer mahî cemałit
řojêkî bikem řo’yetî ew ebroy hîlalit
şad bê diłî ẍemdîde le bo ’eydî wîsalit
zewwarî tořabî qedem û pa serit bim
bêçare emînNasnava edebîm le şinoCih bê kes û karim
bê dulber û bê hemdem û bê mûns û yarim
to ẍewsî mu’ezzem bige îmdad û hewarim
derman ke birînî diłî mecřûḧ û fîgarim
ey min be fîday merhemî zexmî cigerit bim