were peykî seba îmřo bibe qasîdî fermanim

em qesîdeye, emîn le ziman mîrza ’înayet bo xizmet kak mistefa êranî «safî» nûsîwye
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  796 Dîtin
were peykî seba îmřo bibe qasîdî fermanim
biço bo xakî êranê le bo kin gyanî gyananim
biłê ey kakî murşîd nûrî çawim kołekey dînim
le bo napirsî carêkî le eḧwałî perêşanim
tebîbî ḧałzanî min be dermanî to muḧtacim
nexoş û pîr û uftade esîrî damî hîcranim
be mûy awa sipî, qelbî weha řeş her wekû ye’qûbKes
be bonî nazenînî xakî êranê dejî gyanim
řefîqim kes nema řoyîn le dunya her emin mawim
emîş meşmûlî mergim întîzarî řuḧmî řeḧmanim
welî der axrî ’umirim çi însafe le to dûr bim
ḧebîbî min, tebîbî min, dewayî derd û dermanim
eto bî merqedî kakî be lutfî xo ’îlacim ke
be bonî pîrehen bîke mu’etter beytul’eḧzanim
qerar û we’de û peymanim degeł toye heta demirim
emin ḧełqe be goşî tom le ser ew ’ehd û peymanim
welî ew ḧesretem mawe heta mawim le dunyayê
zyaret xakî payî tom nesîb bê şah û sułtanim
’înayetKes arezûy lutif û ’înayatî heye qurban
hemû ’alem bizanê min ẍułamî kakî êranim
řefîqêkim heye wek min be eltafî to muḧtace
emînî uşnewîNasnava edebî nawe be xoşî xizim û cîranim
le dunya û qyamet bingeye îmdad û hawarê
le bin beydaxî ẍewsî e’zem û sułtanî cîlanim