şîngêřî pîrî şemzînî

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  675 Dîtin
ey şehdî şewqî řûy to peymaneyî nişatim
’etrî nesîmî kûy to sermayeyî ḧeyatim
ta key mîsalî bulbul nałe bikem le bo guł
bê taqet û teḧemmul bê seyr û bê subatim
le hîcrî řûyî yaran wekû hewrî beharan
deřjê le çawim baran hemû wext û se’atim
şehîdî ẍurbetim řo perwaney cennetim řo
şîrnayî şerbetim řo, ẍerîbî dûr wiłatim
le řojî meḧşerêda le ḧewzî kewserêda
wextî xêr û şeřêda bibî mayey necatim
«emînNasnava edebî» le em şinoCihye meşẍûłî derdî xoye
qurban fîraqî toye dayîm bûyte xełatim