řazî xoşewîst

Li pirtûka:
Karwanî Yar
Berhema:
Celal Medhet Xoşnaw (1934-1998)
 2 Xulek  460 Dîtin
xoşewîstim...
bo pirs û řam
herêmî kurdistan geřam
şax û kêwî deştî panî
tavge tavge, kanî kanî
le eylûlî, le adarî!
heta yekî ḧuzeyranî!
çîm çeng nekewt
ta botbênim be dyarî
leber makî
pîlanî pîsî napakî
kompanyay newt...!
xoşewîstim her lew dewre
çûme seyrî şarî beẍda
berew gořepanî gewre!
şwênî řapeřînî mîllet!
hîç gořêkî teskim nedî
peykerêkî keskim nedî
destim berda!
firmêskim řişt!
daxî diłî minî nekuşt
wîstim sosen biçnim... nebû!
wîstim tole biřnim... nebû!
şitê serincî řakêşam
bo yadî birînî êşam!
lêburdin û birayetî
dostayetî, dostayetî
hebû, hebû...!
xoşewîstim...
wa lew bende
xerîke le lêw bipşikiwê
maçêkî teř, bize û xende
lew qonaxe
wexte řegî kutraw biřwê
le serînganî ew baxe
ba şalûr awaz hełřêjê
bo dû çawî gelawêjê!
heta korpey mandû binwê
minîş bo xom
herçend zamdarî tîrêkim
ewa deřom...
berewpîr řazî bîrêkim
(bîrî nwê)...!
xoşewîstim...
çend car be berge sûreket
çûyte ser colaney mirdin!
çend car le řêge dûreket
gořistanit awa kirdin...!
çend car le hewrazî xebat
řeşmałî řeşt hełdawe
çend car le řêy hatunehat
dostit destî lêt berdawe!
çend hezar car cade û şeqam
lejêr pê xustit lerzîwe
diřinde û nokerî besam
lejêr hêrişt bezîwe!
çend car be tenya le meydan
bawişt girtûte jyan
keçî her car exşîte goř
behêztirî!
keçî her car deçîte koř
beřêztirî!
çunke xawen bîrêkî
pak û xawên!
şa’ełqey zincîrêkî
şaxî hendirên!