kostî azîzan
Li pirtûka:
Karwanî Yar
Berhema:
Celal Medhet Xoşnaw (1934-1998)
2 Xulek
1054 Dîtin
xezan, xezanî çepxûnî nehat
serit tê kirdim
barî jyanit kirdime karesat
ḧeşirit pê kirdim
firmêskî dîdet lenaw çawî min
çon coga û řûbar
řaymałî hîway zor řazawî min
nesrîn û gułzar!
leşkirî endot eka heřeşe
řehêłe, zîle
bûkî firîştem bew bexte řeşe
yexsîre, dîle
tirîşqey tundit hêrş ehênê
ewerênê guł
ẍem řegî lenaw diłim eçênê
denałê bulbul!
řojî nûm ewa, pełey hewrî řeş
zor bebê bakî
be dujminane eygirte baweş
şewqî řûnakî!
nobetêy nehat, (goran)t birdim
ordugay matem
baxî honrawet bê şalûr kirdim
lem dem û satem
ba ałam teř bê řêgam xwênawî
kostî azîzyan
goran biřwatin be diłişkawî
xunçey payîzan!
exwênim gerçî emênê her wa
arezûy pîst
wek çerx xul da û be serma biřwa
wêney negrîst
(goran)t birdîn, (goran)y mawe
bełam toy řeng zerd
ẍeyrez nawbedî çît bo nemawe
peykî ah û derd!
paşanîş naçar, her toy serinxûn
ke hełdê beyan
ebûjêtewe sumbul û beybun
gułałey jyan!