hendêk le nûsînekanî nûser

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 20 Xulek  712 Dîtin

gořepanêkî çîmentořêj, zor efendîloke hatûçoyan bû, hendêkyan pozayî demançe lejêr çaketî serêkyan cûłey dyar bû. lepiř kirasekemyan leber dadřî hewye û parekeyan lê derkird û çawyan pê bestimewe.. dû şepî belezetîşyan pyakêşan û nawyan pirsîm: nawit cemîle?.. bełê nawim cemîle. witî ewe to çwar dînar û nîwit lay êmeye eger be saẍî derçûyt detdeynewe.

qefêkîtrî kelebçey destimyan tûnditir kird û yasawłekey asayş çend cwênêkî da û birdimye jurêkî wa her zîřey xełk dehat leber şeq û têhełdan, herweha mêze asnîne gewrekanyan beser ’erdî jûra dexşand û qiře qiř û girmegirmî temêkî tirsinakî dařiştibû şwêneke.

yekê hat nawî pirsîm û dyar bû lewanebû ke pêy sipêrdirabû le min û çend kesêkîtir bikołêtewe. witî:

_nawit çîye?

_nawim cemîl řenicbere.

_bo gîrawî?

_xotan dezanin.

_werin ew segbabe bo ewê biben.

birdimyane derewe naw hatuçûy bazařî îşkeranî dezgay asayş xoy bû.. destimyan kirdewe û înca her destêkmyan be kelebçe belayekî şîşî pencerekewe kird û be corê bistê mabû pêm bigate ser ’erdeke.

yekem: ew kuřane gewadin.. qed nabnewe pyaw.

duwem: îsta hemûman deygêyn.

sêyem: (bedem têpeřînewe) be sonde û felaqeke bihênim înca min xom çarî dekem.

minîş bê ewey be çaw kes bibînim, serim zor tûnd bestirawetewe çawe besterawekanim wexte şeq berin. bałe hełwasrawekanim xwênî tya sernakewêt û wekû toqebaznêkî diřinde çeqîwete naw zengey destim. emew lemawey şew û řojêka sedeha zilley şofênyîw mirov newîstanem pêdekewt û lêwe wişk buwekanîşim be’astem henasey pêş mirdinî lê derdeçêt û ke bemcore le hoş xo deçûm înca carbecar pencey řiq diłopey awî man û nemkanî dehawîşte ser lêwe wişkekanim. ewey saẍ mabêt le leş tenha dênemoy agayîm bû. demzanî xerîkî çîn û bo wam lêdeken.. lepiř teq û hořî qondere hat û kaşye çîmentoye herçî bû «’erd» leber komełê pêy zirîke kera mozîqay mirov kuştinyan pêk hênabû.. dyar bû «sîd sa’dKes» gewreyek bû hemû şitî bedest bû, witî:

- nawit çîye?

-pêm nekira wełamî bidemewe

- witî: bîkenewe carê ba nemrêt. (şiłp kewtime ’erd) û herçend hełgêř û wergêřyan kirdim ta direng qoł û bazûm nekewtewe kar û řayan kêşam bexşexiş ta berpêy hatû çokeran çoł kem. ta deyem řoj ḧałim eme ḧałim bû, lih řojî deyemda birdimyane jûrê û çawyan kirdimewe.

dû efserî asayş be gwêrey qisekanyan dyar bû, yekêkîtrîş ke sêyemyan bû, ke be «sîd alimsa’dErebî» bang kira, ke têgeyştey ewan bû le pişt mêzêkî asna danîştibû demançeyekî gewrey be řûtî beswarî bedestî swar kirdibû. deske xakenazêk û sondeyekî qêropaç û gurîsêkî naylonî estûr le goşeyek danrabû. lenêw xoyan cigerey byanyan dedaye yektirî bedem gałtewe sêyemyan telefonî dekird:

helaw.. beserî to eger de’wetêkî zor gewre nekeyt û ewey pêşim witî nebît «fiłan» ber nabêt û çûnke xoy qisey leser xoy kirduwe...!

ye... dezanim xizmî jinekete.. eweş dezanim ewe sêzde řoje kabra gîrawe, toş sêzde řoj «bê ganî..»... na na înşa’ełła ta to em nî’mete lekîs neçêt berî dedeyn.. bełam carê herasanman lê hełmegirin..(telefon danra) misa’d: bexêr bêyt..

-ahlaErebî

-nawit cemîl sałḧ naznawit «řenicber» e.. ha... waye.

- bełê.

- eger mirov karêkî xirap bikat pêwîste dan be hełey xoyda binêt û «niqe nayet» ca mirov giring ewe nîye hełe nekat giring eweye ke hełey kird eger řastî nekirdewe pêwîstî beszadane.

- mebestitan le kam hełeye, kam řastkirdneweye û kam siza dan.

boçî...

- çak dezanîn..(wêney «m»y nîşandam) û em kuře denasît..

- ne naynasim.

- çon ewe «m. h»ye lêpirsirawtane le řêkxiřawî «k.m.k. h. h» da.

- nexêr şitî wa nazanim.

-nek her «m. h»...«m.z» û «n.r» ş danyan pyanawe ke to endamêkî konî ew řêxraweyt û bełkû le damezrêneranî sałî ḧeftaw dwatrî û êstayş endamêkî serkirdayetî û lêpsirawî řoşnibîrît le herêma.

-nexêr wa nîye. êwe boştim bo dirust deken.

-řaweste.. de gwêt lem şirîtey «m. h» bigre:

-şirîteke: cemîl řenicber kuřêkî sûr û sipî cwankîleye, mamostaye le mêrgesûr minałêkî heye nawî «herewezKes» e zor qisey xoşe fêrbuwe be îngilîzî qiseman legeł dekat û zorcar hatuçûy małyanim kirduwe û kobûnewem legeł kirduwe. jinekeyşî xwêndewar û mamostaye.

- başe ewe wesfî xoy, qabîlyetî çone.

-şirîteke «m. h»: kuřêkî ziman lûs û zorzane zor qûł botewe le bîrî «m.li»yitî û xoyî û ce’fer û ’elî le hewlêr legeł kake ḧeme le dway sałî 1979 destyan bedrustkirdnî řêkxistin û têgeyandinî xełk kirduwe, betaybetî cemîl řenicber sum’eyekî syasî û edebî gewrey heye lenaw hemû xełkeke û betaybet lelayen serkirdayetî cułaneweke.

- başe le řêkxistin çî dekird legełtana?

- m. h lem dwayye zor le kadre «m.li» ekanî řêkxiraweke xoyan kêşayewe bo ewey bo dwařoj bekełk bên betaybetî ewaney le řêkxistina xawen taqîmane û biřwaqaym û qałbûn, ca yekê lewane cemîl řenicbere deyewêt hendê xoy bikêşêtewe, keçî legeł eweşa lêpirsirawî fi’lî lîjney řoşnibîrîye le herêmî êmeda û nyaz wabû bibête endamî řoşnibîrîy serkirdayetî giştî.

- başe lîjney řoşnibîrî kêy legełe?

- «m. h» pêk hatbû leseretawe le «’. s» û «n.r» û «m. h» xom leseruyanewe cemîl řenicber, ewe bû zor lêkołîneweman nûsyewe çûnke cemîl destî edebî behêze hemûy her ew biławkirawekanî denusîyewe.

- başe řêkxistinî tirî nîye?

- m. h: hendê kesî laye bełam nawekanî nazanîn, çunke lem dwayye nihênî xoy lêman deşarêtewe. heta nazanîn barî cûłanewekanî leçdaye, wek wabê dan be êmeda nenêt ke herêmîn û nyazî řenge «tiktil»yiş hebêt.

- lêreda tescîlekeyan kujandewe û kabra witî:

- xo têgeyştî û çak gwêt lê bû.

- bełam hîçî wa nîye.

- deto biřo dîwî tirî jûreke û le kunî kilîlekewe seyr ke êsta «m. h» dehênin çon bast dekat «hênayan, bê’ewey bizanêt min gwêm girtuwe» .

-«m. h» : siław...

- danîştiwanî asayş: siław kak mewludKes, tendirustît çon bû. danîşe. êy.. ewe berîşt dedeyn û nardûmane kitêbekanîşt le mał bo bêt, xo bîcame û şitekanit pêgeyşit?

- m. h: bełê.. zor supastan dekem.. wamdezanî asayş wekû faşî decûłênewe, bełam legeł mina wa nîn.

- başe. ewe cemîl dełê qisekanî mewlud wa nîye û naşînasim.

- «m. h»: le gořepanî dadgay hewlêr behoy «’.s» yektirman nasî û her lewêş biřyarî dirustkirdnî lîjney řoşnibîrîman da.. ewe bû «’» řaykird û tenha ême maynewe. cemîl zor řeq û tûnd bû legeł ewaney xaw û xilîsk bûn bo nimûne lem dwayyeda biřway wabû «n.r» derkeyn û deyut be kełkî karî şořişgêřane nayet. eger beqsey minîş biřwa naken ewe le «n.r» û «m. zengene» bipirsin.

- detwanî berew řûyan bibît..!

- naweła naxoşe. «birdyane derewe»

kabrayekî danpyaner ke ḧizmetî yasawił bikat û hemû şitêkyan pê biłêt hełbet legełî nerim debin ta qisekanî lêwergirin û ta temayan pêy heye.

- efsere yasawłeke witî:

- ha êsta xoyşit dîtit biřwat nekird.

- nexêr naynasim û herçî dełêt diroye.

- başe eger (îfadey «n.r» t bo bixiwênînewe û way tya hebû çî dełêyt?

îfadey «n.r»: «zor car hatuçoy małî cemîl řenicber»m kirduwe betaybetî leber zor îş û xwêndinewe û bas kirdin ke her le małyan demaynewe, carê le caran dołmeşman xwardiwe û legeł kiçekey be îngilîzî qiseman kirduwe û «herewezKes» goranî bo witûyn carbecar jinekeyşî legełman dadenîşt bełam bo kobûnewe nebû. yekê le carekan basî qonaẍî derebegîman kird û basî ewey kird ke ayîn kołekey yasay em qonaẍeye û zor hêrşî birde ser... hewłî deda minî pê îqna’ bikat û lem dwa dwayyeş minî bedił nebû. dûryan xistimewe le lîjney řoşnibîrî..)

em îfadeye ewendey ke basî minî têdabû bem core xwêndirayewe. înca her witim wa nîye.

birdimyan bestimyanewe û řûtyan kirdimewe. carnacarîş lejêr pêyan dedam ta şil û kut debûm.. le nêwan dû kes be çaw bestiraweyî bełam dengekanyanim denasîyewe yekemyan ’usman řu duwemyan «n.r» dembîst ke ’usman deygut: daykitan degêm tołetan her lêdekemewe, xo řojman her lê dadêt. pitir lêyan deda.

dembîst «n.r» deyut bijî ḧîzbî be’sî ’erebî, be xway hîçim nekirduwe, herçî bû xom pêm witin.. bexwa hêşta asayş «amin» qerzarme zorim bo wituwe..«her lêyan deda..» babe lemewdiwa le ḧewşî asayş xêwetê hełdedem û tabřiwam pê biken ke «n.r» ḧeqî le hîç emla û ewla nîye.

minîş ledaxî her dû qisekanî ’usman û «n.r» çend dahêzrabûm yekcar diłim deguşraw xom pê negîra.. witim:

’use.. ew qisane zyadin, pitirit lêdeden.

kuř nûre gu..«mebestim n.r» em mîçke mîçke û merayye çîye milî zor kest şikanduwe û deştewê řizgar bît. şerim le xot bike êst bibye ewanîş biřwat her pê naken.. yasawlî asayşekan.. dayan girtim beşeq û têhełdan wityan: ewe qiseyan fêr dekeyt.. segî segbab çi karit be naw kirêkarî pîs û çepełewe heye? toy mamosta û baweşê dînar werdegrît.. çon bêzit hat toy efendî têkełî řêkxistinî kirêkaran bibît! de ’afîyetit bêt.. de bîxo.

lêrewe hemû şitê nałêm ke legełyan kirdim û çyan dewtim. tenya ewende dełêm mirdinim sed qat la xoştir bû.

ta beyanî êwarekey hatmewe serxo be heman şêwe taybetî ke birdimyanewe jûrê misa’d û efseranî asayş wityan: ha çît wit? dan pyananêyt.. dena detkujîn.

- dan be çîda nêm! xo hîçî wa nîye, carê herçî řêkxistine her le min dûre. bełam ewey beła bêt besermewe arezuwe edebîyekeye û wek edîbêk dewrêkî bîrgorşînewey zorim bînîwe legeł ewaney byannasim ya neyannasim, çûnke zanîwme ke mawey dîmukiratîyet û cyawazî řa û hełgirî bîr heye le dewłetêkî wek ’êraqda boye řenge zor qise lewaneye řêy biçêtî bełam çon.

carê ba çend şitêktan pê biłêm:

1. «’.s» katî xoy biraderêkî kone partîm buwe. zor car pyaseşman beyekewe kirduwe û çakîş deynasim. bełam mawey zore nemdîwe.

2. hîç peywendîyekim legeł «c.’» û kake ḧemem û ewanîtir ke nawyan dełêyn nîye, tenha pêş şeřî aşbetałeke ewan le koře edebîyekana zor minaqşeyan dekird û bemcore «merḧeba»y peyda kird.

3. «m. h» řenge ew min binasêt û em dem û çawe leber arezuwe edebîyekem řenge beyekeweş danîştibîn û wituwêjî edebîman kirdibêt û xoştan dezanin edeb zor car debête meseleyekî syasîş.

4. «n.r» řaste le minałîyewe beyekewe qutabî bûyn û ta êstayş biraderêtîman her hebuwe, pyaseşman beyekewe kirduwe, řenge xoyşî ḧezî le edebe, dełêy bipirsin eger beřêkewt nebûbê key ême betaybet danîştûyn?

5. «m. zengene» le kwê û min le kwê?! de wełła biřwa nakem dîbêtim.«debêt şitêktan pê biłêm» min twana edebîyekem waykirduwe le zor mecala derbikewm, xełk zor demnasin. řenge zor kesîş le lay xoyewe berawirdî kirdibêt ke min koneperest nîm û cor’et şikênim û cor’etîşim heye le qise kirdin. biřwaşim be «m.li» êtî heye.. be lay kak «m. h» û «n.r» û heta xełkî tirîş. heta êweş latan waye min şitêk her heme û debê le řêkxistinêk bim.. ne.. xo tawan nîye xełk bê layen bêt û le hîç řêkxistin nebêt ey ger wanebêt dîmukiratîyet le kwêye?!

le layekî tirîş řenge em danpênanerane xoyan şitêk bûbin û min nemzanîbêt û hewłyan dabêt biraderêtîm legeł dirust biken. yan behêzî biken bełke řêkim dexen, çûnke syasetî kadranî řêkxistin şêwey çûne naw xełkyan zore.

misa’d witî: ey peywendît bem nawe çîye? (hûşmend û ḧ.n ’ezîz û erselan, c. tałebanî, ’elîko. n. ’umer. m, s. newşîr). witim: hûşmend ber le sałanî 1970 û le sałî 1974 leber ewey cêkey jyan naxoş bû, le çoman leber ewey her minî nasîwe çend carêk le laman mawetewe.

misa’d: legeł kêy tirîş ejyayt?

witim: tenha biraderêkman legeł erselan hebû bes bo maweyekî kem.

misa’d: çîtan dewt?

witim: kes neydetwanî em waq’ye tałe bişarêtewe ke cûłaneweke peywendî be împiryalîzim hebû.. çak û serbazî êranCih û emerêkî be’aşkira hest pêdekira. řenge basî em mesele syasîye piřmetirsîyeşman kirdibêt wek nan û aw xwardin, nek wekû řêkxistin. xo eger wek řêkxistinîş bêt biřyarî serkirdayetî şořş herçî le pêş 1975 kirabêt burdirawin, boye lewe natirsim bełam ew řastîyeş her dełêm ewsatîş peywendîman peywendî řêkxistin nebuwe. misa’d: ey dwaye.

witim: dwaye ḧemîd teslîmî ḧikumet buwe û peywendîşim legeł erselan nema û legeł małewe çûyne ordugakanî êran wek mamostayekî kemdest çaweřêy katman dekird ew nawaney tirîş nawit hênan peywendyekim pêyanewe nîye û nayşyan nasim. tenha «c.t» nawîm bîstuwe.

misa’d: ê, to eger bîr û řat «m.li» bêt bo şîw’î nebûyt?

witim: twanay řêkxistinim nîye û nebuwe.

misa’d: to «m.li» bît û komonîst nebît legeł cema’etî celal tałebanîKes nebît ke «k.m.li»yin debê řêkxistinêkî tir bît.

witim: nexêr.

misa’d: bo nebûyte ḧîzbî be’is?

witim: ḧîzbêkî ’erebîye û minîş kurdim.

misa’d: zor kurd bûyne be’is.. to lewan pitrî?

witim: dirom pê legeł xom nakirêt.

dway ewey geyştine em encame ke min biřwam be «m.li» heye û dyare le encamî em biřwayem wîstûme yekêtî bikirêt le nêwan «m.li» ekan. wek cema’etî «m. h» û hestîşim be řêkxistin kirduwe wek terefêkî syasî pyanim zanîwe û xeberî mîrîşim nedawe, em bewane kirdinem be meyl û peywendî dejmêrdirêt.

dû şew leser yek ta direng bangyan dekirdim û pirsyaryan lê dekirdim le hemû řûyekewe wekû:

1. bîruřam beramber ḧîzbekanî nawxo.

2. ḧîzbî be’is û bîruřakanî.

3. beramber «întixabat»y mîr û encomenî yasadan û kar û řapeřandin be naw otonomî.

4. pirsyar lebarey kesanî kurdî ’êraq.

5. pirsyar lebarey barî wiłatan û nakokî wiłate soşyalîstekan çînCih û řûsyaCih.

6. lebarey meseley felestîn.

7. ewaney dijî be’sin.

8. xełîfey syasî wate řaburdiwî syasîm çî buwe.

9. bîr û řam beramber «m. h» ke î’tirafî leserim kirduwe pêş hemûyan.

10. bem dwaye bo nebûyme hîç ḧîzb û řêkxistin.

11. ew mamostayaney biradertin kên.

12. birakanit nawyan çîye û karyan çîye.

13. yekgirtinî ’ereb.

14. ḧikumet çî bikat xełk dujminayetî nakat.

komełê pirsyarî tir lebarey «m.li» û ayîn û bîr û řakanî ḧîzbî be’is û şêwey řeftaryan legełmana.

***

çend řojêkî pêneçû hełbet ta 27 řoj le asayşî bakûr le hewlêr bemcore řûdawane ke here kurtekanîyetî înca ême legeł heşt no de kes ke hendêkyanim denasî beyekewe birmanyane dadgay taybetî serbazî kerkuk. lewêş bîst û dû řoj maynewe û dirayne dadga.

befeqerî «biřgey»: adanh alimtihim cimîl salḧ ’izîz. midirse mîrge sûr limîle ٲû ti’awinh alî ayh minzimh aw cibhih tixrîbîh mi’adîh linzam aliḧkim.. ḧikimit ’ilîhe aliḧkime xims sinwat wişhir astinada alî made 204 min qanun ali’qubat fî alcimhurye al’iraqye.Erebî wek bîrim mabêt bem corey serewe ḧikum dirayn û dway çend řojêk nêrdirayne bendîxaney «siqîleNava taybet» le «abuẍrîbCih» dway çend mangêk zorbey ḧukme kemekanyan narde bendîxaney «xifîfeCih» û «abuẍrîb» wate ḧukmekanman xefîfe le 1978/10/30 le xefîfe nizîkey bîst kesêkmanyan birde «muqif al’amErebî» lewê maynewe ta řojî 1979/8/16 wate em biřyarey ke pêy derçûyn.

le řojî 14y 5nîsanî 1977 gîram

řojî 1977/7/30 le dadga dirayn.

le řojî 1979/8/19 bereła kirayn.

wate 48 řoj lejêr lêkołînewe bûyn û dû sał û sê mang û çwar řoj le bendîxane maynewe.

yadgarî řojanî lêkołînewe le dezgay taybetî bo dadgay serbazî kerkûk.

pêwîste ḧeqekanman be şêweyekî guncaw pê bibexşirêt

zorbey ew koř û sîmînaraney le şwêne cya cyakanda debexşirê yan ew witaranen le řojname û govarekan taybet be jinan denusrêt, mafî jinan be şêweyek de’axne nêw terazûy tawutwê kirdinewe û meydanî lêkdanewe û lêkołînewe, legeł eweşda daway nehêştinî cyawazîyekan û xułqandinî yeksanî lenêw herdû řegez dexwazin daway serbestî tewyan bo dadeřêjin bo nwandinî dewrêk le komełga bebê sił kirdin û bewpeřî şanazîyewe, bê guman eme seretayekî başe natwanîn nikołî lêwe bikeyn..

lêrewe pirsyarêk xoy dexzênête nêw basekeman ewîş aya ta çi řadeyek em bangêşte dařêjgeyekî tokmey wergirtuwe leřwangey peyřew û cêbecê kirdinewe?! bo wełamdanewe hergîz natwanrêt çawpoşî lewe bikirêt ke tawekû êsta yan beşêweyekî dirêjey em cařdane û bangêşe kałayekî řewayane û piřbepêstî xoy boy nebřîwe, eweş degeřêytewe bo ew kelebere gewreyey ke êsta be bîr û řayî nwêxwazîyewe piř nekirawetewe û komełgamanî xistote dûřyanî bîrkirdineweyekî şêwaw, tenanet le lutkey em bîre ałozkawe řêz û behayek bo encamekey dexemłênin.. bo nimûne ferz kirdinî hendêk mercî bê nimûne leřûy qanûnîyewe wek ḧisêb kirdinî dû şahêdî jin beramber be yek şahêdî pyaw, yan ḧełał kirdinî çwar jin, yan gełêk bełge û ferqî hawşêwe û nimûney tir le qedir û ḧurmetî jin dadebezênê û mafî şer’î xoy pê nabexşê...

zor demêke em hełwêste koneperestî û nercisyete lelayen pyaw le mêşk û çi derûnim çiř botewe be hêłêkî pan û berînin wêneyekî tirajîdyan çespand. boye pêwîste leser ême beramber em karane hełwêstêkî dîfa’î werbigrin bo serkut kirdin û řetkirdinewey em core ḧukme qoriẍkarye û hergîz natwanim dîmenî em jin û mêrde leyadkem. beřwałet be’agadar ebin gerdekeyewe betemenî kiçî deşya be şêweyekî naçarî bebê desełatîyewe gwêy bo kiło kirdibû, pyawekeş wekû ehrîmenêkî xoşewîst, amojgarîye şeqet û nabecêyekanî le mêşkî şîn dekird û pêy degut nabê biçîte derewe nabê xot cwankey û egîna wat lêdekem pencey peşîmanî bigezît.. ewîş bekłołî û bêdesełatîyewe bełênî cêbecê kirdinî pêdebexşî..

ba ew mamosta şikomendaney ya ew ustazey katêk dête ser basî jin be fîz û bêzewe basî lêwe deken gałte bedawa řewakanyan dekat be hîç corêk řêz û şyawî xoy pênabexşê, witekanî em ustaze beřêzey le kolêjekeman le gwêm deziringêtewe û bewpeřî serberzîyewe bemîhrebanîy jin benaw natorey naşyawî deşêwênin û wekû amêrêkî şehwet bazî dexate berçawman bo damirkandinewey ḧeze lebin nehatuwekanyan. yan witekanî em nûsere û şa’îraney katêk beqed û şeng û salarî jin hełdełên we le zor řuwewe lafî yeksanî bo cařdedat, bełam katêk bête ser’astêkî waqî’î hergîz natwanê hełwêstî bineřetî xoy bîxate nêw çwarçêweyekî cêbecê kirdinewe emane giştyan em core azar û meynetîye řengidanewey awêtey em jîngewarey lêy dejîn.. bêguman lezor řuwe řoşnibîran û mamostayan û ew pispořaney pey bo ḧeqîqetêkî zîndû naben û ciłewî dirustibûnî akamêkî îcabî û guncaw bo geyştin be tewawî mafe destinîşan kirawekan şil kirdotewe û le keławřojneyekî biçûkewe têdeřwanê û betruskayî biřêkî şel deypêy emane ew sinûrey boy danrawe wêkî dehênê.. bedaxewe debwaye em gořanarîyane řewtî pêşkewtin her hîç nebê nextêk leteputoze nîştuwekanî pîre konînekanman.. beher ḧał jinanman lem komełgayeda le qonaẍêkî berhełistî daye boye bwarî ewe nîye jinî lêhatû hełkewê ledayk bêt. boye gereke pêş hemû hengaw hełnanêk pirdêk le nêwan kon û nwê dirust bikirêt û řêz le dab û nerîtî baw û bapîranman bigîrêt û le heman satewextîşda legeł suřî gořane ew pêşkewtine werçerxêt û hengaw bihawêt.