tabloyekî kon

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  495 Dîtin
mencełî řeşî ser jîlemoy kon
twêjałk û tełxî, der û naw piř don
kewiçk ledarî, nêw sûtawî xełoz
bedest dêwêke, ew eyka be kûz
řeş û řûtekanî minałî birsî
be hanke hank û nizgire û pêxwasî
hemû des bedas...
wityan dey têke lew çêşte xoşey
le dwênêkewe...
pêman geyand û lêman epirsî
dîtyan her done, ew ceste poşey
bo hełsiwêner le simêłî beraz
înca qîjandyan, wityan: xełkîne
kwanê kurdîne?
negeyîn beřaz!