nemtiwanî

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  531 Dîtin
wîstim waz bênim...
le yadkirdinewey jînî lasayîm
ba kem bême lat, nawit kem bênim
çûnke legełta yekbûy asayîm
wîstim wa biłêm ke jînî pêşûm
hîç negořawe, wek řû sûrî řûm
bełê wam ewîst, nîgeran nebim
wek lew gêjelûkey, diłdaran nebim
wîstim pêbkenim, şad bim, mat nebim
xemxiwarî watey wuşey «lat» nebim
çî bikem nemtiwanî! gyanekem azar
hestî wuruja û becoş kewte kar
bo bîrkirdinewet, bo bînînî to
zû zû hatme lat her bo giftugo
çawî dił buwe, awêney bałat
ta le parêzgay dił ya her şwênê
leber çawa bi’
ta be kifkifey xwênî kanî dił
aw bidrê çiłî xunçey sûrî guł