wełamî nwêxwazêk

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  485 Dîtin
wutyan wutman; nwêman dewê
êmey nwêxwaz, nwêman dewê
ta gyanêkî germ û çaw tîjman deskewê
taku beçkey bêşkey emřo
be awatewe, maç bikeyn
le bazařa.. destirazey kon, heřac bikeyn
***
dwênê le pêrê, nwê tir bû
kakim le bawkim cwê tir bû
eger pêrê xwênyan deřişt
bełam dwênê..
be bêgarî xełkyan dekuşt
dwênê le pêrê nwêtir bû
ey bo hêşta wek caranîn
dyare ême.. bangî nwêxwazî nazanîn