nişînge

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  503 Dîtin
erê ho gił..
çawgey bûnî derûn û dił
çak ezanî..
řojê dawê exeyte mil
çend kesanê:
be naz û fîz
beser toda tê epeřn
weku biłê y wa leşeřn
xo řêk exen be’espayî
hergîz bîrîş nakenewe
le sûy kes
ełêy tenya ewan hen bes
qepozî zil ecułênin!
eqîřênin!
be xo badan...!
ba pareş řû wernagêřn
wa tê egen..
le to nîn, dařiştey zêřn!
erê ho gił..
erê ho gił boçî (řazî)?
le napakî..
bem arame çon ezanê?!
le cyatî to min bûmaye:
burkanêk bûm..
bo xawen fîz kirdewe şûm
eteqîm, dane’emirkam
tanehatnaye ser bîr û řam
bo paşeřoj mîwanî ton
řayan megre..
(agire sûrin)..
lenaw sikit pişû nexon!
înca ełên:
ḧałman şiře
byanguşe lejûrî goř!
bebê yadit ke her eya pestayew
lêyan bike be zîř û hoř!
firîw nexoy: pařanewe
le jyanyan..
bełge nebê dway peşîman
bîke be pend..
ta têbgen pyawanî (gend)
erê ho gił…
çawgey bûnî derûn û dił