pênûs

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  589 Dîtin
bo min binûse; ey pênûsekem
ser û samanim, bîr û hoşekem
her katê ke to egirim be destim
şepol edatin derûn û hestim
bełam hoy çîye êsta nanûsî?
lêm kewtiwîte qîn leber kesasî?
legełma edwê y ełêy: pênûsim
ca dîlî êwem xom û namûsim!
(êweş bezorî pêm řewan eken)
(hełe enûsin řastî jêr exen)