legeł zamekana dejîm

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  559 Dîtin
tînûm bo maçî cogeyê
herdû lêwî nabête ser lêwî birînî çewsawe
birsîm bo maçî kêłgeyê
lêwî hemû birsîyekanî tya řwabê
xoşewîstî..
qijî germî hezaran bûk û zawa bê
*
lêwî giřim..
maçî tûře bûnî dewê
maçî hengawî ew (gele mindałaney)
le şeqamî şenkarya..a
termî şehîdan denêjin
muçřikekanî arezûy birsî sibey
danewêłey dost û dujmin
lecoxînî ełqey berhem
bexořagirtin denêjin.
lêwî giřim..
maçî minałanî dewê
lêwî sûtaw..
baweş degrête ew xorey
leser gořî hejarêka tifengêke û..
wekû şořş lezam deřwê