maçêkî sard

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  811 Dîtin
řê y xoşewîstît dezanim
bełam befir girtûyetî
çawî ḧezî to debênim
hewrî xezan řiştûyetî
*
ew gołey to zistan wîstit
çî bikem her hawînan heye
ew kiřêwey le xor bîstit
le werzî sałî to heye
*
boçî şaxim pê dekêłî
ke tîşkî çawim gasne
bo dirwêney ’eşqim dekey
dyare diłî to asne!
*
bo cogey ser bêstanî sîng
le deryendî mema debrê?
yadî jêr keprî ber gizing
nekey bo koşkî xem bidřî