rûbar

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  722 Dîtin
şîle û muçřikî naw zewî
ne şew ne řoj, her naxewî
mijî derya, deyan kêşê
lêwî kêwekanî dêşê
biłqe û xuřey dengî naxe
hestî ẍerîbî bin şaxe
çendîn gele, askî tînu
rewî kotir, sibeyne zû
pezî kwêstan...
espî karwan
nwêj bo şepolekan deken
samî giřî gulle deben
legeł birjangî kenara
be řûbara...
řaportî naw laşey qewan
degeyenin be aşewan