şî’ir be bûk deben

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  977 Dîtin
deçim şî’rêk le bîrî zamim hełkenim
ke her nirxî merekebê hestî tê çê
deçim şî’rêk le xorî řazim dexwazim
giryawê bê:
be tewsewe boy pêkenim
zamî kuł bê, hawar bika, be nuqurçê
tabloyek bê:
deryay çawî xoşewîstî lê derkewê
cûtê diłdar le jêr çeqûy nerîtî kon
be tasewe yekyan bwê
*
deçim şî’rêk le bîrî zamim dexwazim
dîmenê bêt:
bê pareyî û gîrfanî lałî têdabê
pirdê ruxaw...
kejawey yarî pêdabê
şanoyek bêt: girmey hewrî bawkî tûře
diłêk le xem bixinkênê
xełûzî řiq...
wêne û namey nexşey dwařoj bisûtênê
şanoyek bêt:
daykî bêzar, lepê destî bikêşê be her dû çawî
bizey lêwî xoşewîstîş
wek kotrê...
hełbinîşê be tasawî
*
dezanin min kiçêkim xwast
bełam şî’rêk degozmewe
dezanin min gyanêkim řast
dergey azar... dedozmewe?
*
emřo hendê wişem xoş wîst
şê’rêkî şoxim lê çinî
pîtekanim hełgîrsand û...
awatêkim xiste binî...