witey çewsaweyek

le řojnamey «bîrî nwê» biławkirawetewe.
Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 2 Xulek  812 Dîtin
(xor) bêzar bû le bêdengî
le tarîkî û le dirêjî şew
siř bu. wişey: (key dê), kengî?!?!
le pirsînî hewałî şar
le pirsînî, kotayî xew.
*
le peristigay xewnî wişe.. demman swa
sał û řojman terxan kird bo bêdengî xwa
lût û dem û sîyekanman
le mijînî bonî kelakî newsinî, pengidrawe
wîjdanî řast, le azarî jînî emřo
le sêdare... petî dwênê y le mil kirawe
*
cendirmekanî tarîkî pê yan witim...
le dîdenî xorî jîna... çawî geşim bibestimewe
bedbînekan pêyan witim:
diłî zîndûm, le gořêka, be herdû pê bipestimewe
deng nasazan, pêyan witim:
sirûdekey diłî giryaw tomar nekem
tirsenoke cê germekan pêyan witim:
le kuştin û çewsaneweş, hawar nekem
pê yan witim, tełqînyan dam
be xutirmey sûdî xoyan, lejînyandam
heta xêra, fêryan kirdim
berew asoy pêçewaney xoyan birdim
*
ew kate hat... le dayk bê minałî xem
ew kate hat... pênûsekem giř binûsê
binûsim (hem) her biłêm (hem)!
ew kate hat... awaze zor giryawekem
be sirûdî wişey nemir... çewsawekan gişt bipirsê
ew kate hat... wişekanim, le sinûrî naw sêdare řizgar bikem
ew kate hat... qelî birsî hełfiřênim
be serbestî biłêm, bixom, be wiryayî, hawar bikem