qewî şewket

Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  520 Dîtin
ey be fermanî şehenşahî qewî şewket řeza
ew kesey deygut felek eḧsen melek bew ḧebbeza
řojî ewweł çun siruştî to ’edałet pîşe bû
dir bir û duşt ḧimayl kirdih şimşîr qizaFarsî
besyetî bo îḧtiram û metiḧ û te’rîfatî to
emir û fermanit le nêw mîllet řewac û nafîze
ḧazranî meclîst kesbî kemałit lêdeken
îstîfadey ’îlim û ’eqił û pûł û małit lêdeken
kafîye bo to ke qîsmî e’zemî řûḧanyan
dem be dem bo ḧellî muşkîl dên su’alit lêdeken
îftîxarî mîllete em meḧzer û em deftere
bêbehane û bêbeha her kes be metłeb fayze
’adetî eşxasî şa’îr meslek û şexsî edîb
ya diroye ya řyaye ya ne mekire ya ferîb
ya bedeshênanî dinyaye leber lomey řeqîb
hełdebsitin şê’rî şermawer be elfazî ẍerîb
şê’rî min nîsbet be to tenya ḧeqîqet goyîye
çone me’yûsim le en’am û ḧiqûq û cayze
ewwełen «zurnîErebî» ḧedîsî şahbazî kîbrya
baweřit bê sanîyen teqye û edeb şerim û ḧeya
salîsen qewlî edîb û feylesûfî asya
ta nigwîndit migwî û ta nixiwannidit myaFarsî
řabî’en bedbextî û bedwez’î û řojî sya
bo şeřefyabî ḧuzûr û xizmetî to ’acîze
ger muweffeq bim be tewfîqat û lutfî îzedî
ta mutewweq bim be tewqî fehim û ’eqił û bîxredî
ta felek dexulê le dewrî mîḧwerî «qutib» û «cidî»
tûtîy teb’im heta kû dê be eş’arî cedî
bo gułî řûy to wekû bulbul le nałîne diłim
ta nefermûy çun ḧiqûqî nademê lêm ’acîze
min ke «me’rûf»m le gułşenda ẍezelxiwanî ekem
carê terḧî neqşî erjeng û demê manî ekem
def’eyê meylî teřeb tawê musułmanî ekem
gahê perwazî biłîndî ewcî řûḧanî ekem
hêştê bem gişt ḧałewe perwanetim biřwane min
ser be sewda dem be tarîf û supast lafîze