cenabî seydî nûranî
bo şêxî zenbîl, ḧacî seyd muḧemmedî nûranî
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
4 Xulek
950 Dîtin
cenabî seydî nûranî le bendet boçî napirsî
çilone wezi’ û ḧałit mawî saẍî têrî ya birsî
le sayey towe mawim ta bimênim her do’agotim
nîhayet derdî gewrem ba biłêm û wa qełem nûsî
le ḧeyfî ew xełîfey tûrekey ser piř le sindane
ke kes nazanê le fîrqey ẍûle ya cînne ya însî
wekû bîstûme sîmî têlgiřafat û keřamatî
le îndirqaşewe deřwa heta sernews û bin newsî
le nêw cem’î mirîd û mîllet û etba’ û mensûbî
gelê bałatre řutbey le řutbey ḧezretî ẍewsî
le jêr kursî heta řoj eḧmeqe dexwat û lêy denwê
ke řoj bowe dełê ewşoke çûme ’erş û ta kursî
deyangut guftugoy fermû legeł cînnî eger detřî
deyangut bonî nîsbet hat eger bo qewmekey detsî
mepirse awî desniwêjî be lîk û bełẍemî sofî
be sindanî ke kird ew eḧmeqe çun ker bû pêy řexsî
ke carcar bo firîw û xudnimayî deçte serqebran
dełê em qebre ehlî nare ewheş bote fîrdewsî
segêke dimřeş û piř mekir û piř tezwîr û mekkare
kerêke destupê qaym be paçîş naşkê tersî
diroy paş mirdine wa ew kerane hîçî nafamin
biłên ger ehlî keşfe çim le destî da dełêy xîrsî
eger řastit dewê bo hîç şitêk nabêt û nasułḧê
meger bo mist û bo zille milî pan û dem û lewsî
’eceb petyare û efsûnger û cadûnmayêke
ke xoy xistote cem’î saḧîbanî enfusî qudsî
le wextêkda ke qeysî hełdeřêjê bo mirîdanî
kesî aqił lewê nabê mukeřřer pêy biłê qîssî
serim gêje xeyałim perte efkarim perêşane
le daxan wexte bibme şurbîy û tiryakî û çersî
mełên ew «şa’îr»e ya munkîre ya ehlî tenqîde
bewey kem ulfetî xiste qilûbî xezrecî û ewsî
egerçî em qesîde tund û tałe zehrî qettale
beyanî waqî’e têyda nîye hîç arezûy nefsî
bełê me’lûme fîtney axrî dinya debê wabê
debê hertêk biçê ew dayrey menzûmeyî şemsî
ewe çun têre wek sey ser kelakî miřřemřiřî dê
xełîfey çaxlû daym deqûřê wek segî birsî
cenabî kake nûranî debê to boçî řazî bî
be em ewza’e, ger çakî eger pîrî eger şexsî
biłê bew qewme bê eqłe biłê bew ehle nadane
heta key debne yexsîr û neçîrî tîrî bê qewsî
gunahî em hemû mexlûqe barî gerdinî toye
eto gurgit be meř bem ’aleme selmanduwe ẍewsî
le xot fikirê bike řojî qyamet bêne ber çawit
xelast bê le des em ’aleme bêçareye û ḧepsî
le řojî ḧeşir û mîzan û meqama em hemû xełke
le to şakî ebin, toy wa ekey bo em tełe ře’sî
eger boxot ezanî em xelîfet naqîse hêşta
’ebay bo pêdedey bo małî xełkî dadedey dersî
meqamatî tesewuf xot ezanî û şertî derwêşî
le burcî ’asmanî me’rîfetda bê şike şemsî
le berçî wa eken êwe û xuda lem beḧrî ’îrfane
xełîfey wa dirust ekirê ke tekyeş pîs eka řewsî
misułmanî û meqamî ehlî ’îrfanîş eger wabê
derî ebiřim ke bêzarim le şêxî besrî û weysî
şew û řoj çil dirot axir îcazet da be her yekyan
be şew çun zor denûn ta de, be řoj çun meclîse ta sîy
ḧîsabî biste wa zûre, xisûsen qafîyeş tenge
debê ’îddey le kabîney kîřamulkatbîn pirsî
ewêsta xwahîşim waye ke îstî’fa bidey lêyan
şukur to ehlî îdřakî şukur to saḧîbî ḧîssî
le her lawe seday teḧsîn û temcîdit deka «marf»
le ewla xałe qa’anî le em la mame fîrdewsî
cenabî mame şêx deygut şukur xałî nîye cêgem
gelê bałatre fikirî gelê ’alître ḧedsî